Tehran: Heta ceza ranebin, danûstandin bi Washingtonê re pêk nayê

​​​​​​​Wezareta Karên Derve ya Îranê îro piştrast kir ku Tehran wê danûstandinan bi şandeya Amerîkayê re neke.

Tehran: Heta ceza ranebin, danûstandin bi Washingtonê re pêk nayê
29 mijdar, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye Alhadath Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir şandeya Îranê ya muzakereyê bi israr e ku bigihêjin lihevkirinekê.

Li ser pirsa têkildarî pêkhatina danûstandinên yekser di navbera şandeyên Amerîkayê û Îranê de li Viyanayê ku îro destpê dikin, Hatibzadeh got: “Wê danûstandinên dualî bi Amerîkayê re li dar nekevin.”

Hatîbzadeh destnîşan kir ku divê li se vê bingehê amerîkî jî tev li muzakereya li Viyanayê bin û cezayên ji 2015`an ve li ser Îranê hatine ferzkirin rabin.

(şx)