Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn

Li bajarê Tebqayê têkildarê cûreyên tundiya li ser jinan û şêwazên bidawîkirina wê semînerek hate dayîn.

Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
Li Tebqayê semînerek li ser cureyên tundiyê û şêwaza tunekirina wê hate dayîn
27 mijdar, 2021   16:01
TEBQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Tebqayê semînerek da.

Semîner bi diruşma "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" li hola Navenda Çandê hate dayîn. Bi dehan mamoste beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Leyla El-Mihemed ve hate dayîn. Leyla behsa cûreyên tundiya li ser jinan kir û wiha rêz kir: "Ji cûreyên tundiyê; tundiya fîzîkî, êrişa zayendî, tundiya devkî, derûnî û tendrustî ne."

Leyla El- Mihemed qala bandora neyînî ya tundiyê di warê derûnî de kir û wiha got: "Jin bawariya bi xwe winda dike û hestên gunehiyê derbarê hin kiryarên xwe de hîs dike û di karekî de pişta xwe bi mêr rast dike."

Leyla El-Mihemed destnîşan kir ku di encama tundiyê de malbat ji hev dikeve û gelek bandorên neyinî li zarokan çêdibin.

Piştre beşdaran derbarê şêwaza tunekirina tundiya li ser jinê û awayên bidawîkirina wê nîşqaş kirin. Hate gotin, divê destpêkê jin û paşê mêr were pewerdekirin.

Di dawiyê de belgefîlmeke li ser cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên tunekirina wê hate pêşandan.

Heman semîner li navenda Meclisa Leşkerî ya Tebqayê hate dayîn.

(la)

ANHA