Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo wefata Ismet Çaçan peyama sersaxiyê da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo ji ber wefata kesayetê welatparêz Ismed Çaçan peyama sersaxiyê da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo wefata Ismet Çaçan peyama sersaxiyê da
19 mijdar, 2021   16:17
QAMIŞLO

Meclisê di peyamê de got: "Meclisa Malbatên Şehîdan bi xemgînî wefata kesayetê welatparêz Ismet Çaçan ku bavê du şehîdan ne bihîst. Ismet Çaçan pirraniya jiyana xwe xist xizmeta doza gelê xwe de û erka xwe pêk dianî, tu carî nediwestiya, di salên 90`î û beriya wê ji kesên ku deriyê xwe li pêşiya tevgera neteweyî re vekir, ruxmî ku di wan deman de rewş dijwar bû û desthilata Baasê digirt ser malên welatparêzan.

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de her çiqasî bi temenê xwe mezin bû û rewşa wî ya tenduristiyê ya ne baş e, lê dîsa beşdarî hemû çalakî û boneyan dibû, li ser vê yekê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û malbata birûmet re dixwazin û dibêjin me kesayeteke welatparêz wenda kir ku tu carî ji bo welat diltengî nekir.

Dilovaniya xwedê li giyanê wî be û sersaxî ji malbatê re."

(eh)

ANHA