​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên li gundewarên Hema û Idlibê bi moşekan topbaran kirin. 

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin
16 mijdar, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Barê, Dêr Sunbil, Fitêra û Filêfil ên li başûrê Idlibê û El-Enkawiyê ya li Sehl Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), li eniyên El-Meşerî ya Sehl Xab vê berbangê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn de bi çekên giran şer rû da.

(dm)