Parêzeran ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin careke din serlêdan kir.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kir
2 mijdar, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û parêzerên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan kir.

Parêzer Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Erê yan jî na bersivek ji serlêdana parêzeran re nayê dayin.

Ji parêzerên Rêber Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Meha Çileya 2021’an ‘cezayekî nû yê dîsîplînê’ li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate birîn. Dema vî cezayî 23’ê Adarê qediya, lê tevî vê yekê jî bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê re nayê dayin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nerazîbûna raya giştî di 25’ê Adarê de karîbû bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû birîn.