Şêniyên Dirbêsiyê û Girkê Legê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Li Girkê Legê û Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên hatin şeremzarkirin û banga girtina qada hewayî li ber balafiran hate kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê û Girkê Legê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
28 cotmeh, 2021   13:20
HESKEÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Qamişlo bi meşekê gef û êrişên dewleta Tirk a adagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û xwestin ku qada hawayî li ber balafirên Tirkiyê werin girtin.

Meş li qada Şehîd Xemgîn veguherî mêtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir  axivî û diyar kir ku dewleta Trk a dagirker bi van êriş û gefan dixwaze ewlehiya herêmê xirab bike, şêniyên wê bitirsîne û di encamê de wan bide koçberkirin û wiha domand: "Her wiha armanca ji van êrişan serkeftin û destkeftiyên ku gelên herêmê bidestxistin têk bibe, bi taybet bajarê berxwedanê Kobanê, ku pêngava destpêkê ya têkbirina DAIŞ'ê bû ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt. Dîsa jî dewleta Tirk bi van êrişên dixwaze krîzên xwe yên hundirîn derxîne derve."

Bekir bêdengiya DYA û Rûsya ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne kir û bana girtina qada asîmanî li ber balafiran kir.

Di dawiya axaftina xwe de Rustem Bekir diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrişan li ber xwe bide û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Şêniyên Girkê Legê jî bi meşekê êrişên dewleat Tirk a dagirker şermezar kirin.

Endama Kongreya Star Narîşan Berekat di çalakiyê de axivî û got: "Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bedewam in, bi van êrişan dixwaze fitne û tirsê di nav şêniyan de belav bike û fikirê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe. Lê îradeya me xurtir dibe, em ê ji bo mafên xwe têk bikoşin heta ku planên dewleta Tirk têk biçin."

Narîşan Berekat di dawiyê de piştgiriya gel bi hêzên xwe yên parastinê nîşan da.

Çalakî bi diruşmeyên şeremzarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA