Şaredariyên Kantona Qamişlo: PDK`ê bangwaziyên gelê Kurd paşguh dike

Endamên Şaredariya Gel a Kantona Qamişlo hedefgirtina gerîla ji aliyê PDK`ê ve û radestnekirina cenazeyên şehîdan ji xwediyên wan re, wekî derbkirina hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî û beşên civakê binav kirin.

Şaredariyên Kantona Qamişlo: PDK`ê bangwaziyên gelê Kurd paşguh dike
28 cotmeh, 2021   12:43
 QAMIŞLO

Endamên Şaredariyên Gel ên kantona Qamişlo yên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne, îxaneta PDK`ê şermezar kir. Xwepêşandana li dergehê Sêmalka ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve tê lidarxistin, ji 5`ê Cotmehê ve dewam dike.

Xwepêşandêrên ku wêneyên şehîdên Xelîfanê rakiribûn, berê xwe da deriyê têketina dergehê Pêşxabûrê da ku helwesta PDK`ê û bersivnedayîna daxwazên gel ên banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem dikin, şermezar kirin.

Li wê derê, endamên Şaredariyên Kantona Qamişlo daxuyaniyek da raya giştî, endama komîteya Şaredariyan a kantonê Menal Mihemed Emîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de beşdarbûna çekdarên PDK`ê û çeteyên “Leşkerên Roj” di kemîna li dijî hêzên gerîla re hate şermezarkirin û hate gotin: “Hêzên PDK`ê û Leşkerên Roj bi fermana dewleta Tirk birayên xwe dikujin û rewşê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlîhev dikin.”

Her wiha hate destnîşankirin ku PDK`ê bi hedefgirtina gerîla û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem ji malbatên wan re, hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî û beşên civakê derbe dike û hemû nirxên pîrzo derbas dike û hate diyarkirin ku ev yek dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd û di serî de xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku damezirandina çeteyên “Leşkerên Roj” dikeve xizmeta ajandeyên Tirkiyê û wiha dewam kir: “Leşkerên Roj tenê fîşekek jî li hemberî dijminên gelan neavêtin, wekî çeteyên DAIŞ`ê û dagikreriya Tirk. Lê belê hêzên HPG`ê yên azadî û rûmeta gelê Kurd û pêkhateyên herêmê diparêzin, hedef girtin.”

Tê payîn ku sibe Partiya Komunîst a Kurdistanê beşdarî çalakiya li Sêmalkayê bibe.

(cx)

ANHA