SOHR: Li Hemayê depoyeke cebilxaneyê teqiya

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li depoyeke cebilxaneyê ya komên alîgirên hikumeta Şamê li başûrê Hemayê, li ser rêya Hums-Hemayê teqînek çêbû.

SOHR: Li Hemayê depoyeke cebilxaneyê teqiya
20 cotmeh, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê ragihand ku teqîneke dijwar li depoyeke cebilxaneyê ya komên alîgirên hikumeta Şamê li nêzî deriyê başûrê Hemayê, li ser rêya Hums-Hemayê pêk hat.

SOHR'ê diyar kir ku 4 kes ji komên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin û zêdetirî 7 kesên din jî birîndar bûne.

(dx)