​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Belçîkayê re girîngiya naskirina Rêveberiyê nîqaş kir

Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke Belçîkî li navenda xwe ya li Reqayê pêşwazî kir. Rêveberiyê bal kişand ser girîngiya naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Belçîkayê re girîngiya naskirina Rêveberiyê nîqaş kir
10 cotmeh, 2021   09:44
REQA

Şande ji endamê Parlemetoya Federal a Belçkayê, Serokê Koma Dostên Parlementoyê ya Iraqê Georges Dallemagne û şandeyeke ku ji Philippe Vanstenkiste rêvebirê Komeleya Navneteweyî V-Europe, Komeleya Qurbaniyên Terorê, Endamê Rêveberiya Komeleya Qurbaniyên Terorê ya Fransî AFVT, Yekîtiya Ewropayê RAN û Serokê Koma Xebatê ya Qurbaniyên Terorê, pêk hat.

Hevseroka Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û hevserokê Meclisa Rêvebir Jozêf Lehdo pêşwaziya şandeyê kir.

Her du aliyan gelek dosya nîqaş kirin, ya herî girîng rewşa koçberan û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Jozêf Lehdo derbarê nîqaşên di navbera her du aliyan de ji ajansa me re diyar kir ku wan Rêveberiya Xweser û xebatên ku wê di demeke kurt de û bi derfetên kêm bi dest xistine, nexasim herêmên wekî Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, bi şandeyê re parve kirine.

Lehdo nîşan da ku şande ji xebata ku Rêveberiya Xweser ya di demeke kurt de piştî wêrankariya ku çeteyan meşandiye, kêfxweş bûne.

Lehdo diyar kir ku şandeyê kêfxweşiya xwe ya ji ber xizmetên ku Rêveberiya Xweser ji gel re pêşkêş dike, anî ziman. Lehdo her wiha destnîşan kir ku ev mijar ji şandeyê re hatin şirovekirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo got, pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi naskirin û istîqrareke siyasî heye, ji ber ku ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û tu derî jê re vekirî nîn in, da ku rewşa aborî bi pêş bixe û ximeteke baştir pêşkêş bike.

Lehdo bal kişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got:"Rewşa koçberan û sûcên ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dike, koçberkirina bi dare zorê û desteserkirina mal û milkên sivîlan û bikaranîna avê wekî çekeke nû li dijî herêmê ji şandeyê re hate şirovekirin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo di dawiya axaftina xwe de got: "Şandeyê soz daye ku ew ê parastina rêgezên Rêveberiya Xweser ku li ser bingehê biratiya gelan ava bûye û jiyana hevbeş û demokratîk li herêmê ava kiriye, bike."

(dx)

ANHA