Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir

Di salvegera 23`yan a salvegera destpêkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, bi sedan ciwanên Kobanê soza bilindkirina têkoşînê heta azadiya fîzîk ya rêbertî û têkbirina hemû komployên li dijî gelê Kurd, dan.

Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Li Kobanê ciwanên şoreşger komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
9 cotmeh, 2021   18:25
KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê meşek bi meşelayan lidar xist.

Meş ji qada Aştî ber bi qada Jina Azad ve dest pê kir. Bi sedan ciwan û şênî tev li meşê bûn. Di meşê de meşele û pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye" û "Azadiya rêbertî rêya hevjiyana azad û demokratîk e" hatin hildan.

Meş li qada Jina Azad veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê ve hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Nezha Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Kurd dizane ku komplo bi destê dewletên cîhanî, serdest û kapîtalîst hate destpêkirin û armanca wê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike,  ji ber ku kesayeta kurdî ya azad dikare li hember hêzên dagirker û desthilatdar bisekine û tirsê di dagirkeran de çêke."

Her wiha hate destnîşankirin ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de xwestin gelê Kurd bikin hedef , di aliyê fîzîkî de hate girtin lê nikarîbûn ku fikir û felsefeya wî têk bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bikar tîne, lê nikare îrade û berxwedana gerîla bişkîne.

Di dawiyê de hate gotin, gelê Kurd dê li hember hemû komployên ku li dijî wan tê kirin bisekine û dê wan têk bibe û soza bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

(bx)

ANHA