'Dibe ku pêketiyên pêla çaremîn a Koronayê  bi nexweşiya Sehaya bikevin'

Berpirsê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemo diyar kir ku pêla çaremîn a Koronayê xurt e û xetertir e û dibe ku nexweşiya Sehaya çêbike.

'Dibe ku pêketiyên pêla çaremîn a Koronayê  bi nexweşiya Sehaya bikevin'
3 cotmeh, 2021   07:23
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber belavbûna pêla çaremîn ji vîrusa Koronayê û zêdebûna pêketî û miriyan, her wiha ji bo parastina giştî û pêşîgirtina li vîrusê Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê di 22`ê Îlonê de biryara qedexeya giştî li herêma Cizîrê bêyî diyarkirina dema bidawîbûna wê, ragihand.

Têkildarî xeteriya vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan li bajarê Hesekê û bajarên din Berpirsê Nexweşxanaya Gel a bajarê Hesekê Faris Hemo destnîşan kir ku pêla çaremîn a bi navê "Delta" xurt e û pir xeter e û hemû kes pê dikeve.

Li gorî daneyên dawî yên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur ku duh eşkere kir, heta niha 28 kes û 265 kes bi Koronayê ketiye, ji wan 944 kes mirin, 2 hezar û 180 kes jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş bûne.

Nîşaneyên pêketina pêla çaremîn a vîrusa Koronayê cûdan e. Ew jî êşa serî, bilindbûna rêjeya germahiya laş û ev yek bandorê li sîstema nefesê dike. Li gorî Faris Hemo ku dibe bi vîrusê re pêketî bi nexweşiya Sehaya jî bikevin.

Şaneya Aloziyê bi rêya biryara pêşîgirtina li pêla çaremîn ji vîrusa Koronayê bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastinê bigrin.

Têkildarî tedbîrên pêwîst ji vîrusa Koronayê Hemo bang li şêniyan kir ku lepik û maskan li xwe bikin, dûrî kombûnan bikevin, girîngiyê bidin lênerîn û paqijiya kesayetî, bi destan silavê nekin û tedbîrên xweparastina ji vîrusê bigirin.

Hemo di dawiyê de piştrast kir ku qedexeya giştî têrê nake divê mirov xwe bi xwe biparêze.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dLJloxQuwCg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>