`Îdiayên têkildarî Mala Parastina Zarokan nerast in, her rêxistinek dikare serdana malê bike`

Desteya Jinan a herêma Cizîrê, Nivîsgeha Parastina Zarokan û Nexweşxaneya Gel a Hesekê îdiayên ku "Gendelî li Mala Parastina Zarokan heye", derewandin. Her wiha piştrast kirin ku her komîteyek an jî rêxistineke mirovî yan jî navneteweyî dikarin derbasî mal bibin û rewşa zarokan bibînin.

`Îdiayên têkildarî Mala Parastina Zarokan nerast in, her rêxistinek dikare serdana malê bike`
2 cotmeh, 2021   17:30
HESEKÊ

Desteya Jinan, Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Hesekê û Nexweşxaneya Gel a Hesekê bi daxuyaniyekê wan îdia şermezar kirin.

Endamên Mala Parastina Zarokan, Desteya Jinan û Nexweşxaneya Gel li pêşiya avahiya Mala Parastina Zarokan kom bûn.

Seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan axivî û got: “Gotinên têkildarî Mala Parastina Zarokan ên li ser malperên tevna civakî belav bûne, ne rast in. Me komîteyek ava kir ku ji Desteya Jinan a herêma Cizîrê, Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Hesekê û endamên Nexweşxaneya Gel pêk tên.”

Zeyneb Saroxan diyar kir ku Mala Parastina Zarokan ji pisporên psîkolojîk û xebatkarên jin pêk tê û ew jî erkên xwe bi temamî pêk tînin da ku destekê bidin zarokan.

Zeyneb Saroxan piştrast kir ku îdiayên dibêjinn "Gendelî û pêkhatina îşkenceyê di Mala Parastina Zarokan çêdibin" ne rast in.

Zeyneb Saroxan diyar kir ku destek bi awayekî yekser bi rêya Desteya Jinan, Hevya Sor a Kurd û bi koordîneya di navbera wan de tê pêşkêşkirin û xwarin ji aliyê kesên pisporên ve tê dayîn.

Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan wiha domand: “Belavkirina nûçeyên nerast û derewan beyî ku ji bingeha wê were piştrastkirin, li dijî rêveberiya herêmê ye û berjewendiya aliyên dijberî Rêveberiya Xweser pêk tîne. Heke şaştiyek zirarê dide Rêveberiya Xweser an Mala Parastina Zarokan, dê pêkanînerê wê werin cezakirin.”

Li aliyekî din hiqûqnasê Meclisa Kantona Hesekê Xalid Cebir got: “Me rewşa Mala Parastina Zarokan şopand. Îdiayên ku li dijî karmend û rêveberên malê hatine belav kirin ne rast in.”

Xalid Cebir destnîşan kir ku Mala Parastina Zarokan saziyek xwedî nirx e û îdiayên hatine belavkirin di radeya yekemîn de Rêveberiya Xweser dikin hedef.

Cebir got, her komîteyek an jî rêxistineke mirovî yan jî navneteweyî dikarin derbasî malê bibin û rewşa zarokan bişopînin.

Mudirê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemû jî got: “Rewşa malê baş e. Oda mezin in, paqijî heye û rewşa tenduristiya zarokan jî baş e û nexweşî di nava zarokan de tune ne.”

Faris Hemo diyar kir ku wan zarok muayene kirine lê tu nîşaneyên îşkenceyê li wan nedîtine. Tenê li cem 3 zarokan alerjî hebû.

Mala Parastina Zarokan li Taxa Mişêrfe ya Hesekê ji aliyê Desteya Jinan a herêma Cizîrê ve bi desteka Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîkayê hat avakirin.

(şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_TqvTqJt4nE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>