​​​​​​​Gêlo Elî: Divê kujerên şehîd Şukrî Serhad tavilê werin eşkerekirin

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê kujerên şehîd Şukrî Serhad eşkere bike û got: "Bi qetilkirina têkoşer Şukrî Serhad re xwestin dîrokeke tijî têkoşîn a meqamekî Kurd qetil bikin."

​​​​​​​Gêlo Elî: Divê kujerên şehîd Şukrî Serhad tavilê werin eşkerekirin
26 îlon, 2021   03:07
KOBANÊ

Li Başûrê Kurdistanê sûcên li dijî têkoşerên Kurd berdewam dikin. 17'ê Îlonê, endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) ku li nexweşxaneyeke bajarê Silêmanî tedawî dibû ji aliyê MÎT'ê ve hate şehîdxistin. Ev sûc bi bertekên tund ji aliyê kurdan ve hate nîşandan û banga eşkerekirina kujeran û muhasebekirina wan berdewam dikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê kujerê şehîd Serhad eşkere bike û wî sewqî edaletê bike.

Elî got: "Em nizanin çima hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li ser kujeran dinixumîne. Bi dehan têkoşer li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, lê nasnameya kujeran ne diyar dimîne."

Gêlo Elî destnîşan kir ku şehîd Şukrî Serhad têkoşerekî Kurd bû û rola wî di Komîteya Malbatên Şehîdan de mezin bû û wiha domand: "Bi qetilkirina şehîd Şukrî Serhad xwestin dîrokeke  têkoşînê ya meqamê kurdekî welatparêz bikujin, ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî veqetand. Her wiha dixwazin planên dewleta Tirk a dagirker pêk bînin a ku li her fersendekê digere da ku gelê Kurd û şoreşgerên wî tune bike."

Gêlo Elî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji kurdan û dewleta Tirk a dagirker re zelal bike û got: "Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, zêdetirî 50 baregehên tirkan lê hene. Em bi hêvî ne ku birayên me Kurd şiyar bibin û ji dagirkerên ku laşê ciwanên Kurd dixwin re  bêjin bes e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî di dawiyê  de ajanên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê muxateb girt: "Vegerin hişê xwe, hûn nikarin vîna me bişikînin, hûn dizanin ku şirîkên we zarokên me yên li çiyayên Kurdistanê bi kîmyewî bombebaran dikin û ruxmî vê yekê jî bi bin dikevin. Em xwediyê heqê û bangewazên azadiyê ne, lê hûn ajan û amûrên di destê dewleta Tirk de ne, wê rojeke were û hûn ê poşman bibin."

ANHA