Hikumeta Şamê û Misirê têkildarî krîza Sûriyê gotûbêj kirin

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad bi hempîşeyê xwe yê Misirê re der barê rêbazên bidawîkirina krîza Sûriyê de ku ev 10 sal e berdewam e, gotûbêj kirin.

Hikumeta Şamê û Misirê têkildarî krîza Sûriyê gotûbêj kirin
25 îlon, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du wezîran pêwendiyên di navbera Misir û Sûriyê û mijarên herêmî nîqaş kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misirê Ehmed Hafiz li ser Twitterê ragihand ku wezîr li navenda nûneratiya Misirê ya li New Yorkê civiyane, ji bo ku rêbazên bidawîkirina krîza Sûriyê nîqaş bikin.

Di çarçoveya lidarxistina civîna 76`an a Lijneya Giştî ya NY`yê de berî hevdîtinê ku ji destpêka aloziya li Sûriyê ve cara yekemîn li dar dikeve, Miqdad gelek rayedarên Ereb û biyanî pêşwazî kirin.

Miqdad her wiha bi hempîşeyê xwe yê Somaliyê Îsmaîl Weled El-Şêx Ehmed û wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El-Safadî re jî civiya.

(dx)