Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re parêzeran serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re parêzeran serlêdan kirin
21 îlon, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Ocalan Nevroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo hevdîtinê serî li Midûtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Imraliyê ya Tîpa F a Girtî ya bi Ewlehiya Jidiyayî da.