Hêzên hikumeta Şamê Cisir Şixûr topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bajarokê başûrê Cisir Şixûr a girêdayî Idlibê topbaran kir. Di encamê de zarokek hat kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê Cisir Şixûr topbaran kir
19 îlon, 2021   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarokê Kefîr de zarokek hat kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên li çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê û eniyên çiyayê Ekrad a gundewarên bakurê Lazîqiyê topbaran kir.

Balafirên şer ên Rûsya ji destpêka Îlonê de 159 êriş pêk anî; jê 114 êriş li dijî bajarê Idlibê, 25 êriş li dijî Lazîqiyê, 2 êriş li dijî gundewarên Hemayê û 18 êriş li dijî baregehên li Helebê pêk anîn.

(dm)