SOHR: Di encama êrişên Rûsya de 6 DAIŞ`î hatin kuştin

SHOR`ê diyar kir ku di encama êrişên hawayî yên Rûsya yên ji herêmên çolistanê de, 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

SOHR: Di encama êrişên Rûsya de 6 DAIŞ`î hatin kuştin
17 îlon, 2021   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çend saetên dawî de di encama êrişên hawayî yên balafirên Rûsya yên li dijî bejahiya Resafe ya li Reqayê û Suxneya rojhilatê Humsê û sêgoşeya Heleb-Hums-Reqa de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gorî daneyên SOHR'ê, ji 24`ê Adara 2019`an heta îro di encamên êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ`ê de yê li rojavayê Firat, çolistana Dêrazorê, Reqa, Siwêde, Hema û Helebê hezar û 547 leşkerên hikumeta Şamê, çekdarên alîgirên wê yê sûrî û ne sûrî hatine kuştin, di nav de bi kêmanî leşkerên rûsî hene, 153 kesên ji komên alîgirên Îranê ku bi eslê xwe ne ji Sûriyê ne, hatine kuştin.

SOHR`ê destnîşan kir ku di encama êrişên çeteyan de 4 karkerên li zeviyên gazê dixebitîn, bi dehan şivan û sivîl hatine kuştin. Di nav de zarok û jin hene. Di heman demê de di encama êriş, topbaran û hedefgirtinan de, hezar û 50 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

(eh)