​​​​​​​Malbata rêber Ocalan serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Malbata rêber Ocalan serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
17 îlon, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo roja Duşemê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 Malbatan, bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê cara yekem e serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind dan.