Rûspiyên eşîrên Hesekê: Fikirê Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Hesekê got, ji bo çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn  pêdivî bi fikirên rêber Abdullah Ocalan heye. Her wiha da zanîn ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi erêkirina navneteweyî ye.

Rûspiyên eşîrên Hesekê: Fikirê Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye
14 îlon, 2021   23:41
HESEKÊ

Desthilatên Tirk ji 15’ê Sibata 1999’an ve tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle ne parêzer ne jî malbat bi rêber Ocalan re bicivin.

Pêkhateyên herêmê da zanîn ku armanca desthilatên Tirkiyê ji ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdkirina wî ji gelên ku bi fikirê wî bandor û bawer bûne, her wiha da ku wî ji bûyerên li dijî civakê û cîhanê diqewimin dûr bixin.

Li ser tecrîdê serokê Meclisa Êla El-Cibûr Fewaz El-Zobi ji ajansa me re got: "Fikirê rêber Abdullah Ocalan û projeya wê ya neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn projeyekî dikeve ximzeta tevahî gelên herêmê û siyasetên netewedewletan di serî de dewleta Tirk eşkere dike.

El-Zobi destnîşan kir ku dewleta Tirk dizane pêdiviya Rojhilata Navîn bi vî fikirê rêbertî heye ku tenê dikare çareseriyan pêk bîne ji ber vêyekê tecrîdê giran li ser wî ferz kiriye.

El-Zobi her wiha got: "Dewleta Tirk di siyaseta xwe e bi israr e, hewl dide fikir û felsefeya rêber Ocalan biçewisîne, ji ber ku fikirê rêber Ocalan xwe dispêre demokrasî û jiyana hevbeş ji bo pêkanîna biratiya gelan. Ev yek jî ji bo dewletên Rojhilata Navîn çareserî û aramî ye.

El-Zobi destnîşan kir ku dîlgirtina rêber Ocalan û ferzkirina tecrîda girankirî digel bêdengiya navneteweyî de tenê peyameke navneteweyî dide ku bi rêya wê hewl didin projeya demokratî ya li Rojhilata Navîn têk bibin û gelan li hember hev bidin şerkirin."

Serokê Meclisa Êla Cibûr Fewaz El-Zobi wiha pê de çû: "Em gelên herêmê bi fikir û îdeolojiya rêber Ocalan a demokratîk bawer in ku armanca wan yekkirina gelên herêmê û guhartina zihniyeta desthilat a bi nûnertiya desthilatên li herêmê û necudakirina di navbera pêkhate û olan de ye."

El-Zobi wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcedarê fikirên rêber Ocalan ne."

Li ser rola rêber Ocalan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de, rûspiyê eşîrê Tifêhîn, Mihemed El-Mela da zanîn ku pêdiviya wan bi fikirê rêber Ocalan heye ku dikeve xizmeta tevahî gelên herêmê û got, ev fikir ku xwe dispêre projeya biratiya gelan, azadiya olan, bawerî û hevgirtinê dibe piştevanî çareserkirina tevahî krîzên Rojhilata Navîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/syP0f7TyB1k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>