ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-09-2021
14 îlon, 2021   23:00

-Partiyên siyasî yên di Rêveberiya Xweser de têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Meclisa Gel a Navçeya Amûdê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk dîroka herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine diguhere. Mînaka herî mezin li Efrînê ye, ku deverên dîrokî û şûnwarên wê talan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Hesekê got, ji bo çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn  pêdivî bi fikirên rêber Abdullah Ocalan heye. Her wiha da zanîn ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi erêkirina navneteweyî ye da ku krîz kûr bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-15'ê Îlonê çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êriş li ser bajarê Kobanê dan destpêkirin. Lê berxwedana ku li Kobanê hate raberkirin bû destpêka têkçûna DAIŞ û planên Tirkiyê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê pêk neanye, pêk bîne. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Gerîla Mezlûm Tirkmen ê bi eslê xwe Tirkmen e, piştî ku kadroyên Tevgera Azadiyê nas dike û bi şêwazê jiyana wan bandor dibe, biryara tevlîbûna Tevgerê dide. Mezlûm Tirkmen niha di nava refên gerîla de cih digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan diyar kir ku PDK'ê nûnertiya kurdan neke û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk re bi "Xiyanetê" bi nav kir. Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên ciwan ên herêma Firatê siyasetên PDK'ê şermezar kirin û banga serbestberdana nûnerê Rêveberiya Xweser ê revandî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û lêkolîner Kakşar Oremar diyar kir ku êrişên rejîma Îranê dê bidomin û got "Li hemberî êrişan divê helwesteke xurt a hevgirtî were nîşandan. Yekane rêya paşvexistina rejîma Îranê ev e." (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Dosyaya Derayê dîsa hat girtin, lê vê carê buha mezin bû û di navbera şantajên rûsî ji dewletên erebî û rojavayî bi hebûna Îranê de bûn û xeta gazê ya di navbera sînorê Derayê de bûn. Gelo pirsgirêka Dera bi dawî bû û dê çi herêm li ser rêya wê bimeşin?

CÎHAN

- Têkiliyên Misir û Tirkiyê ji ber necidiyeta Tirkiyê, nepêkanîna wê şertên Misirê yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn, vekişandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê, her wiha ji ber destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê bi ser neketin. Niha Tirkiyê hewl dide ku careke din têkiliyan bi Misirê re deyne. Gelo wê pêşeroja van têkiliyan çawa be? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Li gel aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê û nebûna çavdêriyê li madeyên xwarinê, diyardeya firotina goştê sewlên nexweş derketiye. (BI WÊNE).

ANHA