​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê biryar dan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê lidarxistina kombûnên mezin qedexe kir, her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê ji vîrusê bigirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê biryar dan
14 îlon, 2021   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di biryara 291’ê ya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de wiha tê gotin:

"Li gorî pêşniyara Şaneya Aloziyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li gorî nivîsa Desteya Tenduristiyê û di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê bi pêla xwe ya 4’emîn ev biryar hatin dayîn;

Tevahî kombûnên mezin bi hemû cureyên wê (di holên şahiyan de, konên sersaxiyê, kombûnên mezin, kongre û meş) tên qedexekirin.

Divê tevahî şênî û xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xweser de maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastinê şexsî, dûrketina civakî pêk bînin û vê yekê ji jiyana xwe bihesibînin heta ev pandemî bi dawî dibe."

(fr)

ANHA