Hêzên Berxwedanê 3 herêmên li Pencşîrê bidest xist

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku "Hêzên Berxwedanê" 3 herêmên parêzgeha Pencşîrê ji bin kontrola Talîban vegerandin.

Hêzên Berxwedanê 3 herêmên li Pencşîrê bidest xist
11 îlon, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Afghanistan Times" roja şemiyê ragihand ku şervanên Eniya Niştimanî ya Berxwedanê ya bi serokatiya Ehmed Şah Mesûd, 3 herêmên parêzgeha Pencşîrê ji tevgera Talîbanê vegerandin.

Rojnameya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar li Pencşêrê got: "Hêzên Eniya Niştimanî, bi serokatiya Ehmed Mesûd, 3 herêmên (Dara, Abşar û Barîman) ên bakurê parêzgeha Pencşîrê ji bin kontrola Talîbanê vegerandin."

Çavkaniyan diyar kir ku Tevgera Talîbanê di encama şerê li van her sê herêman de, hejmarek hêzên xwe wenda kirin.

Berdevkê Talîbanê, Zubeyhullah Mûcahid ragihand ku tevgera Talîban kantonên li Parêzgeha Pencşîrê bi tevahî xistiye bin kontrola xwe, lê hêzên Eniya Pencşîrê yekser van îdîayan red kirin.

Ji aliyekî din ve jî Talîban Ruhallah Ezîzî Salih, birayê cîgirê serokê Efganistanê yê berê ku yek ji pêşengên berxwedana Pencşîrê ye darve kir.

 (dx)