Ciwanên Minbicê berxwedana gerîla silav kir

Ciwanên şoreşger ên Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parasatinê yên Medyayê şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Ciwanên Minbicê berxwedana gerîla silav kir
6 îlon, 2021   16:42
MINBIC

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan  a Minbicê li pêşiya navenda ciwanan a bajar kom bûn û daxuyanî da. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şeremzarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst ji dehên salan ve van binpêkirinan li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn pêk tîne û bi hevkariya tevahî dewletên kapîtalîst mirovê azad li her deverê dike hedef da ku gelan kole bke. Lê fikirê rêber Abdullah Ocalan fikirê azad e rêya azadiyê nîşanî tevahî gelên Rojhilata Navîn da.

Ji vir em soz didin hêzên gerîla, rêber Abdullah Ocalan û şehîdan ku em nasekinin heta ku tevahî planên dijminên mirovahiyê têk bibin."

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gelên azad bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/-Yl5QfF1nbc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>