Kombûna Jinên Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û şehîd Sosin Bîrhat û hevalên wê bi bîr anî.

Kombûna Jinên Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şeremzar kirin
2 îlon, 2021   16:04
DÊRAZOR

Endamên Nivîsgeha Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad Casim daxuyanî xwend û got: "Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye û di nava bêdengiya navneteweyî de hovîtiya wê zêde bûye. Her wiha ciwanên sûrî dike çete û demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diguhere, rojane Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, bi taybet jin, zarok û fermandarên leşkerî dike hedef. Ev hemû li pêşiya çavê cîhanê têne kirin. Gelo rêxistinên mafên mirovan, jin û zarokan û Komkara Ereban li hemberî sûcên dewleta Tirk li ku derê ne?

Em jinên ji Dêrazorê êdî di bin sîwana Rêveberiya Xweser û Parastina YPJ û hemû hêzên leşkerî yên parêzvanên herêmê de di nava aramî û ewlehiyê de ne.

Em Kombûna Jinên Zenûbiya kiryarên terorîst ên sûcdar Erdogan û hêzên ku têkoşer Sosin Bîrhat û hevalên wê li navçeya Til Temirê kirin hedef, bi tundî şermezar dikin. Em hemû Hevrîn in, heya têkbirina terorê ji herêmên xwe em ê têbikoşin."

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/Vjzjtl9BWBQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>