Barana kêm û qutkirina ava Firatê rêjeya ava binerdê kêm kir

Azarên cotkar û şêniyan ji ber qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve li gel kêm barîna baranê di zivistanê de, zêde dibin.

Barana kêm û qutkirina ava Firatê rêjeya ava binerdê kêm kir
1 îlon, 2021   07:12
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji 27’ê Çileya par ve dewleta Tirk para Sûriyê ya ava Firatê qut kiriye.

Girêdayî mijarê, cotkarê bi navê Ehmed Mihemed ê ji bajarokê Qinaya yê li nêzî çemê Firatê wiha got: "Bi sedema kêmbûna barana îsal û kêmkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve lêçûna çandiniyê zêde bû. Her wiha ji bo dabînkirina avê ji çandiniyê 50 lître mazot diçû, lê niha 80 lître ji bo  çandiniyê diçe."

Ehmed Mihemed da zanîn ku pêdiviya bîran bi 8 boriyan hebû da ku ava derxê, lê niha pêdivî bi zêdetirî 12 boriyan heye û lêçûna wê ji berê zêdetir bû.

Mihemed diyar kir ku kêmbûna rêjeya ava Firatê bû sedema ku pembo îsal bi paş keve, bi wê re cotkar nikarin pembo biçînin û li şûna wê kunciyan diçînin. Ji ber pêdiviya pembo bi ava zêde heye.

Li aliyekî din jî Elo Ehmed ê ji gundê Qasimiyê wiha got: "Ji ber qutbûna ava çemê Firatê ji hêla Erdoganê terorîst ve, şêniyên herêmê gelek azar dîtin, taybet cotkaran gelek azar dîtin."

Elo Ehmed bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin para sûriyan ji ava Firatê berde.

Salih Dêlî yê xwediyê alava kolandinê bîran (xeraze) wiha got: "Dema min berê bîrek li gundê Sitî yê rojavayê Kobanê kolabû av di 40 metreyê de derdikeve, lê niha piştî 80 metreyî derdikeve. Ew jî ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê ye."

Dêlî da zanîn ku ev yek jî bandoreke neyênî li şêniyan dike, bi wê re lêçûna kolandina bîran ji berê zêdetir dibe.

Her wiha şêniya bi navê Dersen Hisên a ji taxa Şehîd Ziyad a Kobanê ev tişt got: "Berê av pir bû. Şêniyan berê sebze diçandin ku debara xwe bikin û li gel wê jî ava vexwarinê hebû. Lê niha ava vexwarinê têrê nake."

Dersen Hisên da zanîn ku berê ava bîrê ji saetekê zêdetir dihat, lê niha herî zêde heta 15 deqeyan tê û pirî caran jî şênî ava vexwarinê dikirin û bermîl bi hezar lîreya Sûriyê tê firotan.

Her wiha tevî gelek bangên bênavber ên berdana ava Firatê û nebikaranîna wê weke çekekê li hember gelê herêmê, lê dîsa jî dewleta Tirk di qutkirina avê û dijbertiya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AyZbWS7vP58" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>