QSD’ê 18 çeteyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê 18 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ku têkiliya wan bi teqîn û bûyerên kuştinê yên li herêmê heye, girtin.

QSD’ê 18 çeteyên DAIŞ`ê girtin
28 tebax, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî wiha QSD`ê eşkere kir: "Hêzên me duh bi şev 18 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û kesên têkiliyên wan bi îstixbarata Tirk re hene ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî ne, girtin."

QSD`ê di encama xebatên îstixbaratî de li herêma Ebû Xeşeb a li rojavayê Dêrazorê rêzeoperasyonên ewlehiyê pêk anîbûn.

Di wan operasyonan de 18 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, gelek cebilxane û belge desteser kirin ku têkiliyên wan kesan bi teqîn û bûyerên kuştinê îsbat dikin û ev bûyer li gorî perspektîfên îstixbarata Tirk a li herêmên dagirkirî, pêk anîne.

(şx)