Şaredariya Gel a Qamişloyê rêya Hîzama Xerbî qîr kir

Şaredariya Gel a Qamişlo di çarçoveya projeyên xwe yên îsal de, dest bi qîrkirina rêya Hîzama Xerbî heta stasyona sotemeniyê ya Lezgîn Arif Abas kir.

Şaredariya Gel a Qamişloyê rêya Hîzama Xerbî qîr kir
25 tebax, 2021   12:34
 QAMIŞLO

Beriya hatina zivistanê, Şaredariya Gel xebatên qîrkirina rêyên taxan û rêyên zirar dîtine, dewam dike û hewl dide bi rêya projeyên îsal danîne, rewşa xizmetguzariyê baş bike.

Şardariyê ji bo şaredariyên gel ên navçe û gundên Qamişloyê 340 hezar dolar veqetandiye. Her wiha plansazî û bername danîne ji bo projeyên xwe pêk bîne.

Şaredariya Gel îsal girîngiyeke zêde da projeyên qîrkirin û rastkirina rêyên bajêr ên zirardîtî. Îro jî şaredariyê dest bi qonaxa dawîn a qîrkirina rêya Hîzama Xerbî kir.

Şaredariyê 560 metre qîr li ser rêya di navbera Çerxerêya Osman Sebrî, Hîzama Xerbî û heta stasyona Lezgîn Arif Abas.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KVlOzbeY8Y0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>