Rûspiyên Dêrazorê: Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin QSD'ê

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hemberî êrişan şeremzar kirin û gotin: "Em ê bi QSD'ê bersiva êrişan bidin."

Rûspiyên Dêrazorê: Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin QSD'ê
25 tebax, 2021   04:10
DÊRAZOR

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina sivîlan dan.

/kr/uploads/files/2021/08/24/191317_-2.webp

Rûspiyê di Meclisa Eşîran a Bokemalê de Selah Îsmaîl Selman anî ziman ku Tirkiyê siyasetên hovane û berfirehkirinê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de li tevahî Sûriyê û welatên ereban bi giştî dimeşîne, hewl dide ewlehiya li Rojhilata Navîn têk bibe da ku siyaset û berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.

Selman diyar kir ku deweta Tirk bi êrişên xwe yên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide guhertina demografîk li herêmê pêk bîne û got, di demên dawî de li gelek herêman balafirên bê mirov û çekên qedexekirî bi kar anîn û nexweşxane û sivîl kirin hedef.

Selam diyar kir ku di navbera Rûsya, Amerîka û Tirkiyê de lihevkirinên veşartî hene ku li gorî berjewendiyên kesayetî ne û diyar kir ku her sê  hewl dide temanê aloziyê dirêj bikin û nahêlin ku çareseriyeek siyasî pêk were ku karibe azadî û demokrasiyê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bike.

Selman girîngiya hevgirtina li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destnîşan kir û wiha got: "Di hemû civînên me de wekî meclis, sazî û şêx û rûspiyên eşîran em banga yekitî û hevgirtinê li hemberî êrişên barberî yên li ser welat û gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."

Selah Îsmaîl Selman bang li Komkara Dewletên Ereban, Konseya Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

/kr/uploads/files/2021/08/24/191333_-1.webp

Rûspiyê eşîra Şiêtat, Ebdurehman Dixêfîc êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên wê yên li dijî sivîlan şermezar kirin û  anî ziman ku Tirkiyê bi van êrişan hewl dide serweriya Osmanî li herêmê vegerîne, bi rêya guhertina demografiya herêmê gelên demokrasîxwaz qir bike.

Dixêfîc bêdengiya navneteweyî û Rûsya ya "garantor" ya li ehmberî êriş û siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê şeremzar kir û piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da.

Ebdurehman Dixêfîc got: "Ji vir em piştgiriya xwe bi QSD'ê re teqez dikin, em ê li hemberî hemû dagirkerên ku hewl didin ewlehî û aştiya li herêmên me xirab bikin, bisekinin. Em teqez dikin ku em ê hemû bibin yek û bi yek rihî li ber xwe bidin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2wiZFoweQRU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>