Li Şehbayê konê çalakiyan di roja 3`yemîn de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya Yekitiya Êzidiyên Efrînê li kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Şengalê organize kiriye, di roja 3`yemîn de dewam dike.

Li Şehbayê konê çalakiyan di roja 3`yemîn de dewam dike
22 tebax, 2021   12:04
ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirkre ên li dijî Şengal û gelê êzîdî, Yekitiya Êzidiyên Efîrnê li kantona Şehbayê konê çalakiyê vedan. Di roja 3`yemîn a çalakiyê de şêniyên herêma Efrînê serdana konê çalakiyê dikin.

Îro, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Ciwanên Şereşger û Tevgera Çand û Hunerê tev li çalakiyê bûn.

Endamê Yekitiya Êzidiyên Efîrnê Esed Marko di çalakiyê de axivî û bang li civaka navnetewyî kir ku li hember êrişên li dijî gelê şengal ji bêdengiya xwe derkeve.

 Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo jî diyar kir ku komkujiyên li dijî êzidiyan bi erêkirineke navneteweyî pêk tên û got “Hemû cîhan berpirsê van sûcan e. Kes nikare ji wê berpirsiyariyê bireve.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şereşger a Sûriye li kantona Efrîn Reşîd Efrîn jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî tevahî herêmên rizgarkirî heman siyasetê dimeşîne. Her wiha bang li ciwanan kir ku li hemberî êrişan bisekinin. Reşîd Efrînê bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û wiha dewam kir: “Ev ne lihevrasthatin e, dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide armancên xwe li wan herêman pêk bîne. Ji lew re, divê haya ciwanan ji wan hewldanan hebe û nehêlin ku dagirker bigihêjin armancên xwe.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TB_MME68amg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>