Welatiyên ku ji Efrînê reviyan: Em ji ber sûcan reviyan

Kesên ji Efrîna dagirkirî revîne, got ew ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê û sûcên wan reviyane. Her wiha piştrast kirin ku îdiayên belav bûne ku bila şêniyên Efrînê vegerin, ne rast in.

Welatiyên ku ji Efrînê reviyan: Em ji ber sûcan reviyan
Welatiyên ku ji Efrînê reviyan: Em ji ber sûcan reviyan
Welatiyên ku ji Efrînê reviyan: Em ji ber sûcan reviyan
Welatiyên ku ji Efrînê reviyan: Em ji ber sûcan reviyan
21 tebax, 2021   11:40
ŞEHBA

Vê sibê derdora 27 kes ji kantona Efrîna ya dagirkirî revîn û gihaştin kantona Şehbayê. Kesên revîne, dibêjin wan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tehemul nekiriye, ji ber wê malên xwe terk kirin û ji Efrînê derketin.

Navên kesên ji Efrînê derketine wiha ne: Hilal Mihsin El-Ebo, Zuka Mihemed, Qora El-Ebo, Îbrahîm Hilal El-Ebo, Xalid El-Ebo, Semîre El-Ebo, Mihsin Mihemed El-Ebo, Emîne El-Ehmed, Îbrahîm Mihsin El-Ebo, Mihemed Mihsin El-Ebo , Yasir El-Ebo, Tefran Cafo, Emar El-Ebo, Ula El-Ebo, Henîn El-Ebo, Mihemed El-Ebo, Hediye El-Ebo, Rexde Zelqe, Arif El-Ebo, Dîbe Bekrî, Sultan El-Ebo, Elî El-Ebo, Nemir El-Ebo, Xanim El-Ebo, Îman El-Ebo, Fewaz El-Ebo û Eweş El-Ebo.

Ew kesên ji Efrînê derketine ji aliyê xizmên wan ên li Şehbayê dimînin û meclisa kantona Efrînê û saziyên herêmî ve hatin pêşwazîkirin.

Girêdayî mijarê Zuka Mihemed behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wan kir û got: “Çêlek û pezê me hebûn. Lê çeteyan hemû dizîn.”

Zuka destnîşan kir ku çeteyan hevserê wê girt û îşkence lê kir. Her wiha ji bo ku wî berdin, fîdye xwestin. Zuka piştrast kir ku çete nahêlin şênî ji Efrînê derkevin û ji ber wê gelek zehmetî kişandin heta ku ji Efrînê derketine.

Zuka bal kişand ser rewşa jinan li Efrînê û got: “Gelek jin tên girtin. Em nizanin çi pê kirin. Di encama wan sûcan de di vê mehê de li Efrînê du keçan xwe kuşt."

Zuka îdiayên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku şênî vegerin Efrînê, derewandin û got: “Ew derewan dikin.”

Zarokê 13 salî yê bi navê Arif El-Ebo got ew kêfxweş e ji ber ku gihaştiye Şehbayê û wiha domand: “Dema mirov bi rihetî û ewlehiyê bihese pir hesteke xweş e. Piştî ewqas zulm û zordarî gelek xweş e ku mirov derfeta jiyaneke nû li cîhekî ewle bi dest bixe.”

Arif behsa kuştina apê xwe ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve kir û got: “Gelek caran bavê min girtin û îşkence lê dikirin. Tenê piştî dayîna fîdyayê ew serbest berdan. Carekê me 50 hezar dolar da çeteyan da ku wî berdin. Lê li taxa Eşrefiye bê sedem guleyek berdan serê wî û ew kuştin.”

Yasir El-Xemîsî El-Ebo yê 35 salî piştrast kir ku her tişt li Efrînê pêk tê û wiha domand: “Li Efrînê ji ber heqaretên ku çete li şêniyan dikin hemû kes bê rûmet mane. Me rûmeta xwe winda kir lê jiyana xwe xilas kir. Tenê tu ji Efrînê be têrê dike ku te bigirin û îşkence li te bikin. “

El-Ebo girêdayî îdiayên ku şêniyên Efrînê vegerin Efrînê got: “Îdiayên ENKS`ê ne rast in.”

El-Ebo bi bîr xist ku çeteyên polîsa leşkerî ya girêdayî dagirkeriya Tirk 2 caran wî digirin û dibin girtîgeha li kolana Vîlat a Efrînê. Ji bo ku serberst were berdan cara yekemîn 10 milyon lîreyê Sûriyê dide û cara duyemîn 15 milyon lîreyên Sûriyê dide.

El-Ebo bang li şêniyan kir ku bi îdiayên û derewên ENKS`ê neyên xapandin û venegerin Efrînê û wiha berdewam kir: "Divê kesek venegere. Çarenûsa yên vedigerin an mirin e yan careke din rev e."

Der barê rewşa jinan de Debîbe Yasîn Bekrî got: “Jin nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber ku dê werin girtin. Çete destdavêjin jinan û wan digirin. Malbatên wan jî neçar dimînin fîdye bidin da ku wan serbest berdin. Lê çarenûsa gelek jî nayê zanîn.”

Şêx Elî El-Xemîsî ku xizmekî malbata ku ji Efrînê reviye û li kantona Şehbayê dimîne, pêşwaziya xizmên xwe kir û got: “Ji 4 salan ve min ew nedîtine. Gelek zor û zehmetî kişandin. Ez bi dîtina wan gelek kêfxweş im.”

Ji çîrokên van kesan xuya dibe ku ENKS û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wê agahiyên nerast der barê vegera şêniyên Efrînê ji Efrînê de belav dikin. Armanc jî rewakirina dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye.

(şx)

ANHA