​​​​​​​Ciwanên Reqayê bertek nîşanî êrişên li ser Şengalê da

Ciwanên Reqayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê da, her wiha bêdengiya civata navneteweyî û hikumeta Iraqê şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Reqayê bertek nîşanî êrişên li ser Şengalê da
17 tebax, 2021   15:05
REQA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li ber navenda xwe ya naverasta bajar kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin. Endamê tevgerê Arif El-Elî daxuynî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a faşîşt li ser gelên herêmê hatin şermzarkirin û têkildarî êrişên li ser Şengalê hate gotin: "Dewleta Tirk di rojên dawî de gelek êriş birin ser herêma Şengalê, armanca wê ji van êrişan civaka Êzidî lawaz bike û vîna wê bişkîne. Duh careke din êrişî bir ser Şengalê ku tijî sivîl, bi balafireke bê mirov wesayîteke fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û şervanê  YBŞ'ê Îsa Xwedêda kir armanc. Di encamê de her du heval piştî dîrokeke tijî lehgehî û berxwedanê gihiştin şehadetê û 3 sivîl jî bi giranî birîndar bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate got, beriyê vê êrişî bi heman rêbazê qirêj Mam Zekî Şengalê û hevalên pê re kirin hedef û hate diyarkirin: "Ev êriş nîşaneya planeke dewleta Tirk a ji bo qirkirina gelê Êzidî ye. Ev gelê dixwaze bi azadî û aştî li herêma xwe bijî ku tu ji bo berjewendiyên xwe rêveberiya wê neke"

Ciwanan êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin û got: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê soza xwe bi şêniyên xwe yên li hemû herêmên ku rastî binpêkirinên Tirkiyê tên nû dikin ku em ê şopdarên xeta şehîdên xwe bikin, planên Tirkiyê têk bibin, gelê xwe ji binpêkirinan rizgar bikin, dagirkeriya Tirk li herêmên xwe bi dawî bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KPwBqUos9Tc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>