Şengalî ji cihê bombebaranê: Em ê bi doza xwe ve girêdayî bin

Sazî û gelê Şengal li ber Nexweşxaneya Sikêniyê ku dewleta Tirk a dagirker 3 caran bombebaran kir, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Eger yek kes jî ji me bibîne em dest ji şeref, namûs û kerameta xwe bernadin”. Di daxuyaniyê rexneya tund li Hikûmeta Iraqê jî hat kirin.

Şengalî ji cihê bombebaranê: Em ê bi doza xwe ve girêdayî bin
17 tebax, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li pêşiya nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê ku balafirên dewleta Tirk a dagirker îro 3 caran bombebaran kir, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li ser navê rêveberiyê Alîkarê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm axivî. Heso Îbrahîm bibîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê didomin, li aliyê din jî hatiye gotin ku dê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Şengalê bike, lê diyar bûye ku serokwezîr nekariye serdana Çiyayê Şengalê bike.

 ‘HER CARA YEK JI BEXDA WERE DEWLETA TIRK ÊRIŞ DIKE’

Heso Îbrahîm bal kişand ku her cara tê gotin wê rayedarek an jî şandeyek ji Bexdayê were Şengalê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê çêdibin û wiha dom kir: “Ev ne carek û ne du carin, beriya ku ew ji Bexdayê werin vê derê, balafirên dewleta Tirk li ser Çiyayê Şengalê li şervanên YBŞ’ê didin. Duh jî fermandarê me, pêşengê me Seîd Hesen û birazê wî şehîd kirin. Îro jî êrişî vir kirin.”

‘EM Ê BI DOZA XWE VE GIRÊDAYÎ BIN’

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ew bi tu awayî dest ji têkoşîn û rûmeta xwe bernadin û  wiha dom kir: “Bila herkes zanibe, bila dewleta Iraqê zanibe, bila Kurdistan zanibe, bila dewletên navneteweyî zanibin, tenê yek jî ji me bibîne, em Çiyayê Şengalê bernadin. Tenê yek jî ji me bibîne, em ê li berxwe bidin, bila em şehîd bidin, birîndaran bidin, lê em dest ji şeref, namûs û kerameta xwe bernadin. Ew çend êriş bikin jî, em ê bi axa xwe ve, bi doza xwe ve bêne girêdan.”

Heso Îbrahîm rexne li hikûmeta Iraqê jî kir û got: “Ev şermezariyeke ji dewleta Iraqê re ye. Ji ber ku noqteyên wan 50 metreyan ji vê derê dûr in. Ew dewleta ku dibêje ez dewlet im û artêşa wê 50 metre nêzî vir bin, lê êriş çêbibe, ev bêşerefiyek mezin e.”