Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir

Li gel topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên navçeya Til Temirê salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
Li gel topbaranê şêniyên Til Temirê salvegera pêngavê pîroz kir
15 tebax, 2021   19:30
HESEKÊ

Şahî ji aliyê Mclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ve bi diruşma "Bi rihê berxwedana 15'ê Tebaxê gerîla dê bi serkeve û xiyanet û dagirkerî têk biçin" hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Ebdulbaqî Kotê axivî, di kesayeta şehîd Egîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û got: "Pêngava 15'ê Tebaxa pîroz ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê  mîlad û roja vejînê ye."

Kotê salvegera pêngavê li tevahî gelên herêmê, şehîdên Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di dawiyê de komên navenda çand û hunerê ya Til Temirê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên şoreşgerî û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hPkQA1H8WU0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>