Di 835 êrişên dagirkeriya Tirk de li dijî Minbicê 30 sivîl şehîd bûne

Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ji beriya 5 salan ve, ji ber êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê yê nêzî herêmên dagirkirî, 30 sivîl şehîd bûne.

Di 835 êrişên dagirkeriya Tirk de li dijî Minbicê 30 sivîl şehîd bûne
15 tebax, 2021   10:46
 MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bîlançoya 5 salan a êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên rojava û bakurê Minbicê, belav kir.

Bîlançoya êrişan hemwextî salvegera 5`emîn a rizgarkirina Minbicê tê weşandin. Îro şêniyên bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2016`an de bi destê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pîroz dike.

Li gorî bîlançoyê, “Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêma "bêçek" a li ser xeta Sacûrê û rojavayê Minbicê, 835 caran êriş pêk anîne.

Her wiha balafirên şer 4 êriş , balafirên keşfê jî 3 caran li eniya El-Erîme êriş pêk anîn û di enamê de sivîl birîndar bûn.”

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dane, “Gundên sivîlan rojane rastî topbaranê tên, bi vê yekê jiyana sivîlan, sewalan dikeve xeteriyê, mal tên rûxandin û zirar bi erdên çandiniyê dibe. Li gorî raporê, 2900 topên ji hemû cureyên çekan li herêmê ketine.

273 caran gundên sivîlan bi 115 topan hatine hedefgirtin. Ev rewş li gel bêdengiya navneteweyî dewam dike.

Her wiha 30 sivîlan û di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dane û 67 kesên din birîndar bûne. Hinek ji wan astengdar bûne hinekî ji bi pirsgirkên derûnî re rû bi rû dimînin. Her wiha li gorî raporê, dibistanek û mizgeftek li gundê Um Edesê yê bakurê Minbicê, hatine rûxandin.”

 (cx)

ANHA