‘Hêrsa li hember koçberan, sûcê berpirsan dinixumîne’

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze fatoreya krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê li koçberan bibire û anî ziman ku zimanê nîjadperest rê li ber zêdebûna êrişên li dijî penaberan vedike.

‘Hêrsa li hember koçberan, sûcê berpirsan dinixumîne’
15 tebax, 2021   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Li taxa Onder a navçeya Altindag a paytexta Tirkiyê Enqereyê, li hemberî koçberên ji Sûriyê êrişeke nîjadperest pêk hatibû.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî û nûçegihana Arti Gerçekê Seda Taşkin diyar kir ku zimanê ku hikumeta Tikr dibe sedema êrişan û got divê ev ziman bê terikandin.

Seda Taşkin anî ziman ku dema ew çû cihê bûyerê rastî dîmeneke tirsnak hat û wiha got: "Digotin 'Em sûriyan naxwazin'. Camên dikan û xaniyên penaberan bi keviran şikandibûn, penaberan lembeyên xwe vemirandin û xwe li malan girtin. Hin sûriyan ji bo parastina xwe alên Tirkan li ser deriyê xwe daliqandibûn."

Seda Taşkin diyar kir polîsan mudaxale li çapemeniyê kir û wiha got: “Ji gelek navçeyên Enqereyê bi karwanan kes dihatin taxê. Lê belê polîsan li şûna mudaxele bikin, rojnamevan asteng dikirin."

'GOTINÊN NÎJADPEREST BÛN SEDEMA ÊRIŞAN'

Seda Taşkin diyar kir ku xuya ye ku bi rêya medyaya civakî êrişkar organîze bûne û wiha axivî : "Bi taybetî piştî mirina kesekî, gotinên nîjadperest zêde bûn û penaber û sûriyên li taxê dijîn, bûn hedef. Gotinên nîjadperest bûn sedema êrişan. Gelek kes ji navçeyên cuda yên Enqereyê hatin."

Seda Taşkin ev agahî parve kirin: "Di demên dawîn de zimanê ku di siyasetê de tê bikaranîn , bû sedem ku ev pêvajo çêbe. Rêya sereke ya diçû taxê, ji aliyê polîsan ve li trafîkê hat girtin. Lê piştre ev rê vebû. Ez bawer nakim ku vebûye. Ji ber ku ji gelek cihan mirov dikarin xwe bigihînin taxê. Eger ev neyên sekinandin, dê li Tirkiyê careke din bûyerên bi heman rengî rû bidin.”

‘HÊRSA LI HEMBER MIROVÊN BÊGUNEH, SÛCÊ BERBIRSAN DINIXUMÎNE’

Seda Taşkin destnîşan kir ku roj bi roj pirgirêka koçber û penaberan li Tirkiyê mezin dibe û got:  "Lê belê hikumet, bi gotina "pirsgirêk nîne" tiştên diqewimin, naxwaze bibîne. Ev yek ne tenê ji bo desthilatê, ji bo muxalîfan jî derbasdar e. Atmosfera siyasî ya heyî ji bo penaberan bi giştî xetere ye, bi taybet ji bo sûriyan.”

Seda Taşkin destnîşan kir ku hikumet pirsgirêka koçberan wek zextekê bi kar tîne û anî ziman ku muxalefet ji bilî gotina 'vegerandinê' polîtîkayek bi pêş nexistiye. Seda wiha domand: "Hejmara koçberan zêde dibe, li Tirkiyê wek karkerên erzan tên bikaranîn, li aliyê din jî ji bo guhertina demografiya bajaran tên bikaranîn. Nediyarî û aloziyên li welat vê pevçûnê xurttir dikin. Li welêt kengî krîzek hebe, koçber tên bikaranîn. Eger mijar rast neyê çareserkirin, Tirkiye dê bibe şahidê gelek êrişên nîjadperest ên bi heman rengî.”

Parlamenterê HDP'ê ya Êlihê Ruştu Tîryakî jî diyar kir ku zimanê nîjadperest ê li hemberî koçberan tê bikaranîn, di pêşketina êrişan de roleke sereke dilîze. Tiryakî îşaret pê kir ku ew êriş bi taybet ji alîyê komên şovenîst ve hatin organîzekirin û got: "Ev ne bûyerek e ku xwe bi xwe çêbûye. Bi organîzekirina êrişkaran ji navçeyên cuda, pêk hatiye. Ev demeke dirêj e li Tirkiyê şovenîzm û faşîzm zêde dibe. Dewleta Tirk bi êrişên bi vî rengî dixwaze krîza xwe ya aborî binixumîne. Ji rewşa heyî ya aborî û siyasî ya li Tirkiyê hikumet berpirsyar e. Hikumet dixwaze bi êrişên bi vî rengî yên li hemberî koçberan, berpirsyariyê bixe ser milê penaberan."

'DAXUYANIYÊN MUXALEFETÊ JÎ JI ÊRIŞAN RE DIBIN PALPIŞT'

Tîryakî diyar kir ku kesên xwe wek muxalîf bi nav dikin, li hemberî êrişên faşîzan gavên şênber neavêtine û got: "Li gel ku hikumet berpirsyariya qeyrana siyasî û aborî ya li ser koçberan digire ser xwe, hin partiyên wekî Îyî Partî û CHP li hemberî pêla şovenîst gavên berbiçav naavêjin û di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan nadin. Hin derdorên di nava wan partiyan de daxuyaniyên ku bi êrişên faşîzan re hevaheng in, dan. Hikumetê pişta xwe daye van daxuyaniyan û partiyên muxalîf dike hedef. Di vê mijarê de divê CHP û Îyî Partî li ser koçberan helwestên xwe zelal bikin."

Ruştu Tîryakî diyar kir ku êrişên nîjadperest bandorê li Kurd û jinan jî dikin û wiha axivî: "Heke êrişên faşîzan bidomin, dê welat aloztir bibe. Herî dawî li Konyayê jî êrişên bi heman rengî hebûn û beriya wê jî li Afyon û Sakaryayê. Dîsa jin bi êrişên wiha re rû bi rû ne. Divê hêzên demokrasiyê û muxalîf li dijî êrişan tev bigerin. Eger bi têkoşîneke yekgirtî bersiv ji van êrişan re neyê dayin, dibe ku sibe elewî û gelên din bi van êrişan re rû bi rû bimînin. Ji bo pêşî li van êrişan bê girtin, divê li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar hebe."

'KOÇBER WEK HÊZA ERZAN A KAR TÊN BIKARANÎN'

Ruştu Tiryakî diyar kir ku koçberên ji Sûriyê yên ku niha li Tirkiyê rastî êrişan tên, hê nû nehatine û got: "Dewleta Tirk piştî krîza 2011'an a li Rojhilata Navîn sînorên xwe li ber mirovên ji şer direvin, vekirin. Em di vê mijarê da tu rexneyan nakin. Em tenê awayê derbasbûnê rexne dikin. Qeydên derbasbûnê nehatine girtin. Çeteyên DAIŞ'ê bi vî rengî çûn. Çeteyên Artêşa Azad jî wisa bûn. Me got divê di vê pêvajoyê de derbasbûna wan bê qeydkirin. Koçber ji gelek xizmetan sûdê wernagirin, berevajî vê yekê li febrîqe û zeviyan wek hêza kar a erzan tên xebitandin."

'POLÎSAN ÇAVÊ XWE LI ÊRIŞAN GIRT’

Tîryakî bal kişand ser ku polîsan di êrişa li Altindagê de rê li ber êrişkaran vekiriye û wiha got: "Polîsan dizanî ku ev yek dê çêbe. Li hemberî vê yekê dikarîbû tedbir bigirtana, lê nekir. Her wiha di vîdeoyan de tê dîtin ku niyeta polîsan a parastina koçberan nîn e. Polîs bi destê xwe pêşiya koma êrişkaran vedike. Ev tablo nîşan dide ku di pêşerojê de dê pêvajo xirabtir bibe."

Ruştu Tîryakî hişyarî da ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê amadekariya şerekî navxweyî dike û got: "AKP-MHP bi vî rengî xwe ji şerekî navxweyî yê gengaz re amade dike. Me ev mijar destnîşan kir û berê jî daxuyanî dan. Dewleta Tirk girseyên ku van êrişan pêk tînin, di SADAT'ê de bi cih dike û çekan li wan belav dike.”

Ruştu Tiryakî daxuyaniya ku ji aliyê rewşenbîran ve hatiye parvekirin jî nirxand û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hikumetê bi awayekî bêserûber koçber li hemû bajaran belav kirin û nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Di serî de ew ji vê rewşê berpirsyar e. Yên ku ji vê yekê ditirsiyan, li şûna ku hêrsa li dijî hikumetê bînin ziman, hêrsa xwe li hemberî kesên neçar mane koç bikin, nîşan da. Sûcdarkirina koçberan ji ber vê yekê şirîkatiya faşîzm û nîjadperestiyê ye. Hikumet bi bicihanîna berpirsyariya xwe re divê jiyana koçberan baştir bike û wan li cihên kar qeyd bike. Ji ber pirsgirêkan, koçberan sûcdar dikin. Ronakbîr, nivîskar, akademîsyenan daxuyaniyek da û koçberan sûcdar kirin. Rewşenbîr li her deverê divê li dijî faşîzm, şovenîzm û nîjadperestiyê rawestin. Rewşenbîr û nivîskar divê bibin xwedî helwest. Ez difikirim ku daxuyaniya ku rewşenbîran di vê pêvajoyê de daye, dê krîzê kûrtir bike. Divê di vê mijarê de baldarî hebe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dp431KGW0zY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>