Iraq amadekariya lidarxistina civîneke ewlekariyê dike

Hikumeta Iraqê dê dawiya vê mehê tevî rêveberiyên welatên cîran civîneke ewlekariyê li dar bixe. Tê payîn ku welatên Misir, Îmarat, Qeter, her wiha hin welatên Ewropa û Amrîka jî beşdarê bibin.

Iraq amadekariya lidarxistina civîneke ewlekariyê dike
10 tebax, 2021   08:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên iraqî vexendinnameyên taybet ji bo civîna ewlekariyê ku serokwezîrê Mistefa Kazimî amadekariyên lidarxistina civînê dawiya vê mehê dike, li welatên ku lê ne belav dikin.

Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Xalid Beta Necim hefteya borî vexwendinnameyek pêşkêşî mîrê Kiwêtê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah kir da ku beşdarî civînê bibe.

Çavkaniyekî got: “Li kêleka civîna ku tê payîn dawiya Tebaxê bê lidarxistin û her 6 welatên cîranên Iraqê beşdarê bibin, hêvî hene ku bibe civîneke herêmî û welatên Misir, Îmarat û Qeter jî beşdarê bibin. Her wiha bangawazî ji welatên Ewropa û DYA`yê re hatin kirin.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat li gorî heman çavkanî wiha ragihand: “Hêvî hene ku şandeyên payebilind bikevin tevgerê û vexwendinnameyan radestî serokên welatên cîran, û welatên herêmî wekî Siûdiyê, Kiwêt, Urdun, Îran, Misir, Îmarat û Qeterê bikin.”

Çavkanî diyar kir ku heta niha ne diyar e ku dê serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed jî bê vexwendin yan jî, tevî ku dê mijara Sûriyê jî yek ji nîqaşên civînê be.

Hikumeta Iraqê ragihand ku wezîrê karên derve Fûad Hisên vexwendineke ji Kazimî ji bo beşdarbûna civînê, radestî serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye.

(cx)