Malbata Dijwar Berxwedan: Em siyaseta PDK`ê dizanin

Bavê gerîlayê ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin, helwesta PDK’ê ya nedayîna destûrê da ku derbasî Başûr bibin, şermezar kir.

Malbata Dijwar Berxwedan: Em siyaseta PDK`ê dizanin
9 tebax, 2021   13:03
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Hikumeta PDK`ê îro derfet neda malbata gerîla Dijwar Berxwedan ku ji 26`ê Tîrmeha borî ve ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û çarenûsa kurê xwe nas bikin.

/ar/uploads/files/2021/08/09/120415_hsn-shryf.webp

Piştî ku derbasbûna wan ji Başûrê Kurdistanê re hate redkirin, bavê gerîla Dijwar Berxwedan, Hesen Şerîf got: "Gelo kurê min guneh kir dema ku parastina hemû parçeyên Kurdistanê dike û ew girtin? Ma ev sûc e ku tev li nava HPG`ê bibe û şerê dijminê gelê Kurd, dewleta Tirk bike."

/ar/uploads/files/2021/08/09/120503_img_1801.webp

Hesen Şerîf destnîşan kir ku ew tu tiştî der barê kurê xwe de nizanin û ev tişt anî ziman: "Hin guman bi me re çêdikin. Ji ber wê jî em îro hatin dergeha Sêmalka da ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê ji bo rewşa kurê xwe nas bikin, lê PDK`ê derfet neda me ku em derbas bibin."

Hesen Şerîf bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: "Heke kurê min gerîla be ma ev gunehek e? Ew tev li nava HPG`ê bû da ku şerê dijmin bike û parastina xaka xwe bike. Siyaseta PDK`ê ji me re eşkere ye û ew hevkara dewleta Tirk e."

Hesen Şerîf bang li PDK`ê kir ku li pey kiryarên bi vî awayî neçe, ji ber ku girtina kurê wan parçebûnê di nav refên kurdî de çêdike.

Birayê Dijwar Berxwedan, Kawa Xelef jî diyar kir ku PDK bi siyaseta xwe îsbat dike ku ew hevkarê dewleta Tirk e û bi fermanên dewleta Tirk, gerîlayan digire.

/ar/uploads/files/2021/08/09/120432_kawa-khlf.webp

Kawa Xelef wiha domand: "PDK naxwaze Kurd lêvegerekê yan jî Rêveberiya Xweser li Rojava ava bikin. Dixwaze her tim ew serweriya xwe ser tevahî Kurdistanê ferz bike da ku xwesteka dijmin, nexasim dewleta Tirk, pêk bîne."

Xelef di dawiyê de bang li PKD`ê kir ku aqûbeta gerîlayên hatine revandin, eşkere bike.

(bx)

ANHA