5 roj in agahî ji endamên RJAK'ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, nayê girtin

Ev 5 roje agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.

5 roj in agahî ji endamên RJAK'ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, nayê girtin
9 tebax, 2021   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin. Ev 5 roje aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nediyar e.

Endama Meclisa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, daxuyaniyek dabû û ragihandibû; “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê binçavkirinê dej î ti agahiyek nehatiye dayîn. Rexistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermiye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin.”

Wijdan herî dawî bang li PDK’ê kir daku di demek zû de kesên hatine binçavkirin berde, ger neyên berdan ewê serî li rêyên din bidin.