Hêzên hikumeta Şamê taxa Rêya El-Sed careke din topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro careke din taxa Rêya El-Sed a Deraayê topbaran kir. Li aliyekî din kesên bi navên Ebû Tace û El-Hefo di dîmeneke qeydkirî de axivîn û gotin ji bo rêgirtina li pêşiya rijandina xwînê mîna ku rave kirine, ew beriya çend rojan ji Deraayê derketine.

Hêzên hikumeta Şamê taxa Rêya El-Sed careke din topbaran kir
4 tebax, 2021   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê hemwextî aramiya li bajêr serwer e, piştî nîrvo dîsa taxa Rêya El-Sed a Deraayê tobparan kir. Hemû li benda rewşa li Deraayê ne bi taybet piştî ku danûstandinên bi sponseriya Rûsyayê bi dawî bûn.

Girêdayî heman mijarê kesên bi navên Mihemed El-Misaleme (El-Hefo) û Mueyed Hefrûş (Ebû Tace) di dîmeneke qeydkirî de axivîn û gotin ji bo rêgirtina li pêşiya rijandina xwînê, ew beriya çend rojan ji Deraayê derketin. Navên van her du kesan di lîsteya navan de ye ku hikumeta Şamê dixwaze wan bigire.

Hikumeta Şamê û hêzên Firqeya 4`an û saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê daxwaz kir ku li beramberî rawestandina êrişa li dijî Deraayê divê ev her du kesên navborî ji Deraayê derkevin.

(şx)