Tevgera Talîban êrişa Kabulê girt ser xwe

Tevgera Talîbanê êrişa ku duh li dijî wezîrê parastinê yê Efganistanê li Kabulê pêk hatibû, girt ser xwe û gefa “operasyonên tolhildanê” xwar.

Tevgera Talîban êrişa Kabulê girt ser xwe
4 tebax, 2021   10:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Hura li gorî berdevkê tevgera Talîban Zebîhallah Mucahid wiha ragihand, “Komeke cîhadîstan tevî çekên sivik û giran li dijî cihê mayîna wezîrê parastinê, êrişeke xwekuj pêk anîn. Ev êriş detpêka operasyonên tolhildanê ye ku wê di dema pêş de li dijî rayedarên hikumetê werin lidarxistin.”

Duh li paytexta Efganistanê Kabul, du teqînên bi hêz rû dabûn, piştre rêzeteqînên din pêk hatibûn û gule hatibûn reşandin. Di encamê de 8 kes hatibûn kuştin.

(cx)