Welatiyekî din bi bermahiyên dagirkeriya Tirk li ser rêya M4 birîndar bû

Li ser rêya M4 ku di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, welatiyekî din bi bermahiyên topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê, birîndar bû.

Welatiyekî din bi bermahiyên dagirkeriya Tirk li ser rêya M4 birîndar bû
3 tebax, 2021   09:16
EYN ÎSA

Welatiyê bi navê Ezîz Şewket Bozan (35) dema ku bi erebeya xwe di rêya M4 a di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibû, bi bermahiyên topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û rêya M4, birîndar bû.

Beriya du rojan jî di 1`ê Tebaxê de, welatiyê bi navê Ebdulkerîm Şelaş Qiwêdir ê ji bajarê Humisê li ser rêya M4 birîndar bûbû.

(cx)

ANHA