Ciwanên Tebqayê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan li dar xistin

Îro ciwanên Tebqayê bi xewpêşandanekê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê pêk tîne, şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji dagirkeran re deyîne û hesab jê bixwaze.

Ciwanên Tebqayê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk xwepêşandan li dar xistin
2 tebax, 2021   12:26
 TEBQA

Bi dehan endamên Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan, her wiha hejmareke ciwanên bajarê Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiye dest pê kir û di kolana sereke û sûka bajêr re dewam kir. Xwepêşandêran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankertên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk, rakirin.

Meş li Navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Ciwanên Şoreşger a li Tebqayê veguherî mitingê. Li wir bi navê ciwanên Tebqayê daxuyanek ji aliyê hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El-Yetîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal ser êrişa nîjadperest a li dijî malbata Kurd li Konyayê hate kişandin û wiha hate gotin: “Ev komkujî kîna nîjadperestên Tirk li dijî Kurdên li Tirkiyê û herêmê nîşan dide.”

Her wiha hevkariya PDK`ê bi hikumeta Tirk re di êrişên qirkirin û dagirkeriyê de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û wiha dewam kir: “Barzanî û partiya xwe her tim êrişî hêzên gerîla yên ku timayên mêtîngeran û siyasetên li dijî gelên herêmê red dikin, dike.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekî ji sûcdar Erdogan re deyînin û li ser sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk aniye, hesab jê bixwain.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OnFcwWofjOE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>