Dezgehên çapemeniyê: Wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê gihaşt Derayê

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku Werzîrê Parastinê yê Hikumeta Şamê Elî Eyûb îro gihaştiye Derayê.

Dezgehên çapemeniyê: Wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê gihaşt Derayê
2 tebax, 2021   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Erebiyê ku agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Hikumeta Şamê Elî Eyûb îro gihaştiye avahiya “Partiya Baas” a li taxa Metar a Dera El-Meheta.

Çavkaniyan daxuyand ku Eyûb çûye Dera da ku bi komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê re bicive. Ev yek hemwextî gihîştina şandeyeke Rûsya ji Derayê re ji bo civîna bi komîteyên navendî re, pêk tê.

(cx)