PYNK`ê bang li PDK`ê kir ku çarenûsa koma gerîla ya li Xelîfanê eşkere bike

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî bang li PDK`ê kir ku çarenûsa koma gerîla ya li herêma Xelîfanê ku  rastî êrişê hatî û detayên bûyerên û encamên wê, eşkere bike .

PYNK`ê bang li PDK`ê kir ku çarenûsa koma gerîla ya li Xelîfanê eşkere bike
2 tebax, 2021   11:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê de wiha got: “Berpirsiyariya exlaqî, neteweyî û mirovî di vê rewşê dike ferz dike ku çarenûsa koma gerîla ya rastî êrişê hatî, bê eşkerekirin.”

PYNK`ê destnîşan kir ku metirsiyên derdorên kurdistanî derbarê rewşa nearam ya ji ber êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, zêde dibin û wiha dewam kir: “Di heman demê de hewldanên aliyên kurdistanî yên yekkirina helwesta kurdistanî li hemberî van êrişan, hişyariyên ji peyketina planên dewleta Tirk û çareserkirina nakokiyan di navbera hêzên kurdistanî de bi rêya diyalogê, dewam dikin. Hemwextî vê yekê, komeke gerîlayên HPG`ê li gundekî girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 26`ê Tîrmehê de rastî êrişê hat. Êriş li herêmekê ku tê de hêzeke mezin a pêşmergeyên PDK`ê heye, pêk hat. Heta niha jî çarenûsa fermandarê wê qadê Serwer Serhad û 2 hevalên wî yên rastî êrişê hatine, ne diyar e.”

PYNK`ê bang li rayedarên hêzên pêşmerge û rayedarên PDK`ê kir ku çarenûsa fermandar Serwer Serhad û her du hevalên wî eşkere bikin û got: “Bûyer bi çi rengî be û encamên wê çi bin, divê çarenûsa wan gerîlayan bê eşkerekirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, PYNK`ê de wiha got: “Berpirsiyariya exlaqî, neteweyî û mirovî di van rewşan de ferz dike ku çarenûsa koma ku rastî êrişî hatî û detayên bûyerê û encamên wê bên eşkerekirin û sedemên wê bên çareserkirin. Nehêlin ku bibe sedema derketina fitneyê û şerê navxweyî. HPG`ê gelek caran diyar kir ku ew van hewldanan red dike. Her wiha serok Mesûd Barzanî jî daxuyandibû ku ew ê rê nede şerê birakujiyê. Em ji PDK`ê li benda helwesteke din a bi vî rengî ne.”

(cx)