Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Hisên Taha El-Ziêr ê ku 30'yê Tîrmehê li Minbicê şehîd bûbû, spartin axê.

Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
Şehîd Hisên El-Ziêr li Tebqayê hate oxirkirin
1 tebax, 2021   17:46
TEBQA

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Hisên Taha El-Ziêr ê li ser erka xwe li bajarê Minbicê şehîd bûbû bi merasîmekê li goristana Şehîdan veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya QSD'ê dest pê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed Ereb sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî  û Xebatê ya Rêvberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Îsmaîl jî soza domandina parastina ewlehiya herêmê da û bi van gotinan xîtabî Erdogan kir: "Em li dû hev şehîdan bidin heta serkeftinê pêk bnin û terorê li xaka Sûriyê têk bibin."

Di berdewama merasîmê de, bi navê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma got: "Me bi hezaran şehîda dan û îro em şehîdekî din didin da ku azadî û aştî li welatê me pêk were."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El-Hisên nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H-cowdigYxk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>