Komela Mafên Mirovan a Cizîrê komkujiya li Konyayê şermezar kir

Komela Mafên Mirovan a Cizîrê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî komkujiya li dijî malbata Kurd a li Konyayê da û banga darizandina qatilan kir.

Komela Mafên Mirovan a Cizîrê komkujiya li Konyayê şermezar kir
1 tebax, 2021   14:36
HESEKÊ

Komela Mafên Mirovan a Cizîrê têkildarî êrişa nijadperestî ya li dijî malbateke Kurd li bajarê Konyayê yê Tirkiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku êrişa destpêkê ya li dijî malbata Kurd di 12’yê Gulana borî de pêk hat û têkildarî sedema vê êrişê got: "Ji ber ku malbat Kurd e û terikandina mala xwe qebul nake, ev êriş pêk hat."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Qurbaniyekî ji êrişê di demeke berê de gotibû; polîs û dozgeriyê doza êrişa li dijî malbata Kurd e paşguh kiribûn. Wê demê tevahî ferdên malbatê di bin gefan de bûn."

Her wiha hate gotin, parêzerên malbatê piştrast kir ku serbestberdana êrişkaran bêyî hesabxwestinê şanseke din da wan ku sûcên xwe pêk bînin û got, ew sûc ji rêzesûcên nijadî li dijî Kurdan e ku di salên dawî de bêyî cezayan zêde bûn.

Komela Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê van sûcên nijadperestî yên li dijî welatiyên Kurd şermezar kir  û bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin da provakatorên xwe yên li dijî kurdan rawestînin û sûcdaran li dadgehên navneteweyî muhasebekirin da ku mîna van sûcan dûbare nebin.

(fr)

ANHA