Riyad El-Hefel: Armanca Tirkiye, Rûsya û Şamê têkbirina projeya me ya serkeftî ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Rûsya dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û got: "Bi hevgirtina xwe em planên wan têk bibin."

Riyad El-Hefel: Armanca Tirkiye, Rûsya û Şamê têkbirina projeya me ya serkeftî ye
31 tîrmeh, 2021   10:03
REQA – EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hikumeta Şamê bi hevkariya Rûsyayê şerê li djiî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Ev şer bi êrişên leşkerî li dijî sivîlan, ferzkirina ambargoyê û girtina dergehên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî û qutkirina avê tên kirin. Piştî qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser bajarê Hesekê, UNICED miqdara ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê û şêniyên li Şehbayê kêm kir.

Têkildarî vê yekê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel diyar kir ku armanc ji kiryarên siyasî û aborî yên dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û hikumeta Şamê lawazkirina Rêveberiya Xweser e, her wiha ji bo ku Rêveberiya Xweser neçar bike ku tawîzan bike û ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

El-Hefel got: "Ev kirin ji bo me ne tiştekî nû ne, hêzên navborî li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk dikin."

Riyad El-Hefel bal kişand ser serkeftin ku Rêveberiya Xweser pêk anîne û wiha diyar kir: "Karên ku Rêveberiya Xweser di vê demê de pê rabûye karekî gelekî mezin e, gelek alî hewl didin bi hemû rêbazan, heger bi rêya dergehan bin, an bi qutkirina rêyan be anî ji bê rêya qutkirina avê be projeya Rêveberiya Xweser lawaz bikin."

El-Hefel îşaret pê kir ku li dijî herêmê plan têne kirin û wiha dom da axaftina xwe: "Yên herî zêde ji şer sûdê digire Tirkiyê û Rûsya ne. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî têgihiştine planên ku li ser herêmên me têne kirin ku hewl dixwazin gel û rêveberiyê lawaz bikin. Lê ev şer nayê wateya ku em teslîm bûne, em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin heta ku rêveberiya me ya nimume were naskkirin."

El-Hefel her wiha diyar kir ku ji bo bidawîkirina aloziyê û pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyê deriyê Rêveberiya Xweser vekirî ye ku bi hikumeta Şamê û aliyên din re diyalogan bike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel banga hevgirtinê di navbera pêkhateyên herêmê û rêveberiyê de kir û got: "Gelek astengî û zehmetî li pêşiya rêveberiyê hene, dewletên çavbirçî hewl didin vê projeyê têk bibin, lê bi hevgirtina xwe em ê planên wan têk bibin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jX9jogMcKTg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>