Ciwan Mistefa ji belavbûna pêla çaremîn ya Koronayê hişyarî da

Ciwan Mistefa ji belavbûna pêla çaremîn ya Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û bang li xelkê kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

Ciwan Mistefa ji belavbûna pêla çaremîn ya Koronayê hişyarî da
29 tîrmeh, 2021   06:16
QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji ajansa me re got ku pêla çaremîn a vîrusa Korona vê dawiyê li welatên cîran belav bûye û dibe ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî belav bibe.

Mistafa tekez kir ku pêla çaremîn a vîrusa Korona ji yên berê xetertir e, her wiha bang li gel kir ku tedbîrên xweparastinê yên pêwîst bigirin.

Di rojên derbasbûyî de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bû, di 26 'ê Tîrmehê de hejimara pêketiyan gihaşt 29 kesan.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GaSK7RExnI4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>