Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû

76 xwendekar beşdarî ezmûna sêyemîn a dawî ya Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" bûn. Ji wan dê 12 ji aliyê komîteyê nirxandinê ve werin hilbijartin.

Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
Ezmûna sêyemîn a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi dawî bû
27 tîrmeh, 2021   15:29
QAMIŞLO

Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi diruşma " Şitlên îro, darê sibe ye", ezmûna sêyamîn a dawî ya Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar xist.

Pêşbirk bi beşdarbûna 200 xwendekarî dest pê kiribû, ji wan 76 gihiştin qonaxa sêyemîn a dawî. Ji wan xwendekar 27 bi zimanê erebî û 49 bi zimanê kurdî dinivîsnin.

Desteya Çandê 15'ê Hezîrana borî dest bi qeydkirina navan kir. 4'ê Hezîranê ezmûna devkî ya beşa yekemîn dest pê kiribû û ya beşa duyemîn jî 10'ê Tîrmehê dest pê kiribû. Di ezmûna duyemîn de du pirtûk ji berhemên xwendekarên hatin derxistin.

Îro, ezûma sêyemîn a pêşbirkê hate lidarxistin, xwendekaran berhemên xwe "Çîrok, gotar û helbest" pêşkêş kirin.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Neîma Murad diyar kir ku ev cara duyemîn e ku ev çalakî tê lidarxistin û got, xwendekar ji bajar û navçeyên cûda yên herêma Cizîrê beşdarî pêşbirkê bûn.

Neîma destnîşan kir ku çalakî li gorî du beşan; mezin û zarokan û bi zimanên kurdî û erebî tê organîzekirin. Her wiha got, beşa yekemîn a zarokên di navbra 10 salî heta 14 salî de ye û ya duyemîn jî di navbera 15 heta 18 salî de ye.

Li ser armanca lidarxistina vê pêşbirkê Neîma Murad wiha got: "Zarok niha betlaneya havînî derbas dikin û ji bo dema wan vala derbas nebe, me xwest ku bi xwendin û nivîsandinê derbas bikin."

Xwendekara bi navê Sîma Îbrahîm (13) ya ji Girkê Legê çîroka xwe ya Gula Şilêr xwend, ku tê de balê dikişîne ser xwezaya Kurdistanê û girîngiya parastina wê.

Berhemên 200 xwendekarên beşdarî pêşbirkê bûne ji aliyê komîteya nirxandinê ve tên nirxandin, ji wan  dê 12 (6 beşa zarokan û 6 beşa mezinan) werin hilbijartin.

Xelatên pêşbirkê dê 7'ê Tebaxê werin dayîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OV---enhToc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>a