​​​​​​​Bekir Elo: Çûna Suleyman Soylu a Efrînê mayîndekirinadagirkeriyê ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê çûna wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu a bajarên Efrîn û Ezazê yên dagirkirî wekî mayîndekirina dagirkirinê bi nav kir.

​​​​​​​Bekir Elo: Çûna Suleyman Soylu a Efrînê mayîndekirinadagirkeriyê ye
26 tîrmeh, 2021   01:30
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Têkildarî çûna wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Solyu a kantona Efrîn û Ezazê yên dagirkirî, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ji ajansa me re got: "Ev kiryar ne wekî serdanekê ye, ji ber ku serdan divê bi erêkirina dewleta Sûriyê be. Lê tişta ku derdikeve holê mayîndekirina dagirkirina axa Sûriyê ye."

Bekir Elo destnîşan kir ku ev gav ne cara yekem e, Soylu bêyî razîbûna hikumeta çend caran derbasî axa Sûriyê bû û wiha dewam kir: "Lê ev seredan ne mîna yên berê ye, ji ber ku hemwextî çûyîna Serokomarê Tirk Erdogan a Qibrisê pêk hat, beriya demekê jî wezîrê wî yê parastinê Hulusî Akar çûbû Iraqê."

Elo destnîşan kir ku çûna Soylu beşek ji siyasetên qirêj ên ku Tirkiyê di çend qonaxan de plan dike, da ku dagirkirina axa Sûriyê mayînde bike û Mîsaqa Milî pêk bîne, her wiha împaratoriya Osmaniyan zindî bike.

Elo got, dewleta Tirk bi berdewamî hewl dide krîza xwe ya hundir di asta siyasî û aborî de derbasî welatên cîran bike, da ku bal li ser hundirê Tirkiyê were kişandin û herî dawî êrişî goristanên şehîdên li Efrînê kir.

Elo bang li hikumeta Şamê kir ku berê xwe bide civaka navneteweyî û berpirsyartiya xwe bi cih bîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo wiha bi dawî kir: "Divê dewleta Tirk baş zanibe ku tiştekî wê li Efrîn û Bakurê Sûriyê tune ye. Heke dewleta Tirk dixwaze tecrûbeya Lîwa Îskenderon dubare bike wê şaştiyeke mezin dike, ji ber ku rewşa niha ji ya berê pir cuda ye. Em êdî rastiya dewleta Tirk a dagirker baş dizanin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jLqOSjD4IoM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>